Newsletter | Wir | Kontakt | Impressum | Datenschutz
HevpeyvînekeLiSerHilbijartinê
Ez bi kêf im, ko li vir ez dikarim hilbijêrim
Wolfgang Becker | 22.08.2017
"li ser gotinekê" wisa nav li civînê bibû di 10 augustê de li Warenannahme li FAUST:"di sozê bi lez de/Speeddating/li cem we derfta, ko hûn bi siyasetvanan re li Hannover û bi kesên xwe dane ber bijartinê bo hilbijartina perlemana Elmanî di vê salê de, têkevin hevpeyvînê", wisa bû têkstê daxuyanînê."Li ber masenê, ko têne birêvebir, hûn pirsên xwe dikin. Hûn 20 deqe li ba we hene, bo hûn kesê miqabilî xwe binasin, pirsên xwe bipirsin, hûn têkevin nîqaşê û hûn fikrên xwe bibêjin."
Li vê çalakiyê Arthur Lechtchyner (Junge Union), Sven-Christian Kindler (B90/Grüne), Grigorios Aggelidis (FDP), Yasmin Fahimi (SPD) û Parwaneh Bokah (DIE LINKE) xwe didin ber pirsên 50 ji serdanan. Yek ji van serdanan Lipi Ahmed bû. Me jê pirsî, ka fikr û hisên wên çi bûn.
Çima hilbijartina perlemana Elmanî bo te balkêşe?
Lipi: Weke koçberekê û beşeke ji vê civakê ez dibînim giring, ko ez tevlî hilbijartinên perlemana Elmanî bibim û heqê xwe yê hevbiriyardanê bikarbînim. Nemaze di wextê ko rastger li temamî Ewropa û li Elmanya jî pêşve tên, ji min re muhime, ko ez dengê xwe bo rengarengiyê û hevjiyana aştiyane li Elmanya bidim. Bo vî tiştî jî ez ro bi ro di xebatê deme wek birêvebira IIK û weke endama desteya berpirsiyariyê ya MiSO.
Gelleke ji koçberan mehrûmin ji heqê hilbijartinê. Vî tiştî tu çawa dibînî? Tu bi xwe heqê te heye, tu hilbijêrî?
Lipi: Ez mixabinî dibînim, ko gelleke ji koçberan nikarin hilbijêrin. Nemaze xelkên, ko ji zû de li Elmanya dijîn, divabû heqê wan heba, bo hevbiriyarê. Û gelleke ji koçberan, nexasim yên mezin bi emr, hîç derfet li ba wan tinne, da ew hevwelatiya Elmanya bidestbixin. Êdî ew ji saline pirr ve beşeke ji vê civakê û tasîra wan jî li vî welatî heye, lêbelê ti şensê wan nîne bo hevbiriyarê. Ez bixwe heye hevwelatiya min ji berî gelleke salan ve û şadim, ko ji heqê mine hilbijartin.
Ev çalakî ango Speeddating li Warenannahme ji aliyê IIK hatiye hevlidaxistin. Te rewşa derbasbûna wê çawa dît?"
Lipi:Çalakiya Speeddating fikreke Hometown Hannover bû û IKK rabû bi hevrêkûpêkirina wê, helbet karê herî mezin Hometown kir, bo wisa ez pirr spasiya wan dikim. Bi giştî ew çalakiyeke hêja bû bi gelleke ji kesên xwedî balkêşî û siyasetvanên xwedî germî. Ji penaberan re û ji koçberan re bikêmanî derfet heye, ko ew bi siyasetvanan re nerînan biguherin, pirsan bidin ber wan û ji wan re zehmetiyên xwe şîrove bikin. Ez dibînim, ko siyasetvan pirrtir divê li halê rêxistan û mirovan bipirsin, ewên rojane bi penaberan û koçberan re kar dikin.
Li vê çalakiyê pênc ji kesên xwe danîne ber hilbjartinê, xwe dan nasîn. Ji bo te ji van pênc kesan keseke heye, ko tu hezdikî, wî ya wê hilbijêrî?
Lipi: Gelleke ji hevpeyvînê ya balkêş min bidestxist di vê çalakiyê de, lê kîjan siyasetvan min herî baş dît, ev tişt dimîne sirrê min:).
Welt-in-Hannover.de bedankt sich herzlich für die tolle Unterstützung bei den vielen ehrenamtlichen Helferinnen und Helfern, sowie zahlreichen Organisationen und hofft auf weitere gute Zusammenarbeit.
Schirmherrin des Projekts Welt-in-Hannover.de ist Frau Doris Schröder-Köpf, Landesbeauftragte für Migration und Teilhabe.