Welt-in-Hannover.de Welt-in-Hannover.de Welt-in-Hannover.de Welt-in-Hannover.de
Serdeshte kal

Dixwazim

Ji êvara helbestan Çemê helbestvaniyê

Ev êvar di 04.04.2019 li pirtûkxana Kargah lidarket

  Zerdeştê Kal | 16.04.2019

Dixwazim

Dixwazim careke din
Keziyên te bi hêstirên helbesta xwe bişom
Û li te bikim kirasek ji eşqa ku bi têrxemiyê hatiye dirûn
Nema dimirin ji wisa bêtir dizanim
Û nema ji wisa bêtir bê nerx û riswa dibim
Dizanim
Tenê carekê
Mikur bihatima
Wê biterqiyana xunavên berbangê
Li ber lehiya mikuriya min
Nema dikarim
Nema dikarim êşan ji wisa bêtir razî bikim
Û ji mirinê birevim
Û hestan li ser textê sêdariyê bînime xwar
Dixwazim tenê carekê
Pêsîran fêrî ramûsên xwe bikim
Û Destan fêrî rûyê xwe bikim
Û himbêza te ji bêhna xwe bêpar nekim
Bêşerm
Xewnin dizanim
Lê ta di xewnên xwe jî bi te mest dibim
Bi te mest dibim
De bela ez jî bi te bimirim
Û tevlî sira tirsoneka bibim
De bela ez jî bi te bimirim
Û tevilî sira tirsonekan bibim.

Welt-in-Hannover.de bedankt sich herzlich für die tolle Unterstützung bei den vielen ehrenamtlichen Helferinnen und Helfern, sowie zahlreichen Organisationen und hofft auf weitere gute Zusammenarbeit.

Schirmherrin des Projekts Welt-in-Hannover.de ist Frau Doris Schröder-Köpf, Landesbeauftragte für Migration und Teilhabe.

kargah e. V. - Verein für interkulturelle Kommunikation, Migrations- und Flüchtlingsarbeit    Kulturzentrum Faust e. V.    Landeshauptstadt Hannover